Êvariya roja Sêşemî 11’ê Banemera 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Cefer Resûlî” xelkê gundê “Bîmuzirte” ya ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê han binçav kirine. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Bidûreçûna malbata vî welatiyê kurd ji bo haydarbûna rewşa wî bê encam maye. 

Cefer Resûlî 36 salî ye, zewicî ye û du zarokên wî hene. 

Heya dema weşandina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Resûlî de ti agahî nehatine bidestxistin.