Her du welatiyên Kurd ên bi navên “Soran Nesîrî” kurê Hesen û “Qehreman Resûlî” kurê Yûsif xelkê bajarê Gogtepe ya Mehabadê heya niha di girtîgehê  de ne û ti zanyariyên serrast li ser çarenivîsa wan tine ne. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, nêzîkî sê heftiyan berî niha ev herdu welatî bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehiyê ya Mehabadê hatin veguhastin. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Şopandina malbata van herdu welatiyan ji bo zanîna çarenivîsa wan bê encam mane. 

Soran Nesîrî roja Çarşemî 11ê Pûşpera 1399an, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Yekşemî 12`ê Gelawêja heman salê piştî danîna barimteyê hatibû azadkirin. 

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li se wan herdu welatiyên Kurd de tine. 

Wêne ji rastê ber bi çepê: Soran Nesîrî û Qehreman Resûlî