Di heyama rojên derbasbûyî de ciwanekî Kurd bi navê “Ramiyar Mihemedzade” temen 19 salî kurê Xalid xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin e. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê avêtine ser mala vî welatî û ew binçavkirin e. 

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heta niha şopandina malbata vî welatiyê kurd ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, liderheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Ramiyar Mihemedzade de ti agahî nehatine bidestxistin.