Roja Sêşemî 7ê Xakelêweya 1403an a Rojî, du kolberên bi navên “Reûf Ehmedî” temen 39 salî xelkê gundê Zivran a ser bi bajarê Serdeştê û Cebar Ehmedzade 28 salî xelkê gundê “Kune Mişk” a ser bi bajarê Serdeştê, bi sedema teqîna mînekê bi giranî birîndar bûn. 

Li gorî çavkaniyeke agahdar, di vê bûyerê de Reûf Ehmedî ji lingê xwe birîndar bûye. 

Ev 2 kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Serdeştê hatin veguhastin.