Sibeha roja Yekşemî 5ê Xakelêweya 1403an a Rojî, Simko Nesrulahî, yek ji rêkxerên rêûresma Newrozê li gundê “Qazliyan” a ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev welatiyê han binçav kirine. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Malbata vî welatiyê Kurd ji bo agehdar bûna çarenivîsa wî serî li Îdareya Îtila`ata Bokanê dane, lê heya niha ti bersivek ji wan re nehatiye dayîn. 

Simko Nesrulahî 35 salî ye, zewicî ye û du zarokên wî hene.