Mihemed Tahir Hisênpûr welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Nexedê, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşa Mehabadê bi serokatiya dadwer Dostî bi 13 sal heps hat cezakirin. 

Li gora nûçeya gihîştî bi Kurdpayê, dadgehê ev welatiyê Kurd bi “şer û endambûn û hevkarîkirina bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” hatiye tohmetbarkirin û ev ceza di meha Reşema 1402’an a Rojî de li girtîgeha Nexedê de ji wî re hatiye ragihandin. 

Sibeha roja Çarşemî 1`ê Xermananê, hêzên ewlehiyê bê nîşandana belgeya dadgehê, avêtine ser mala vî welatiyê Kurd û ew binçav kirine. 

Piştî 40 rojan ji lêpirsînê, Hisênpûr ji navendeke ewlehiyê bo girtîgeha Nexedê hatiye veguhastin. 

Di heyama binçavkirin û jêpirsînê de ev welatiyê han piştî bidawîhatina lêpirsînê ji mafê hebûna parêzer û azadiya demkî bê par mabûye. 

Di Rezbera sala 1400’an de, Mihemed Tahir Hisênpûr ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Nexedê ve bi tohmeta “tekdana mal û milkên giştî” û “beşdarbûna di xwenîşandanên gelemperiya Gelawêjê ya sala 1400’an de” bi 15 meh heps hatibû cezakirin. 

Ev welatiyê Kurd li roja 25’ê Gelawêja 1400’an a Rojî bê biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, bo girtîgeha Nexedê hatiye veguhastin.