Sibeha roja Çarşemî 23`ê Reşemê, kolberê Kurd ê bi navê “Mihemed Tofîqî” temen 20 salî û xelkê gundê “Çoman” a ser bi bajarê Bane, ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat birîndarkirin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Çoman” a ser bi bajarê Bane bi tirimbêla taybet bêyî hişyariyek berê rasterast teqe li vî welatî kirine. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev xortê Kurd bêyî ku kelûpelên qaçax hilgire, ji aliyê hêzên hikûmetê ve teqe lê hatiye kirin. 

Vê çavkaniya haydar diyar kir: tiromibîla şexsî ya vî welatiyê bi sebeba gullereşandina serbazên hikûmetê qulbiye. 

Ev welatiyê Kurd ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî yên Bane hatiye veguhastin.