Endamê komeleya çandî û civakî ya “Nûjîn” Rişad Perwîzî piştî ku hat binçavkirin, ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtlaata Sine hat veguhastin. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev çalakvanê Kurd ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin. 

Roja Şemî 28’ê Rêbendana  1402’an a Rojî hêzên ewlehiyê ev endamê “Nûjîn”ê li bajarê Kamiyaranê bêyî nîşandana belgeya dadgehê binçav kirin e. 

Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Rişad Perwîzî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.