Welatiyê Kurd ê Kamiyaranê Yasir Husêynî tevî derbasbûna 17 rojan li ser binçavkirina wî hîn jî di girtîgehê de ye û rewşa wî ne diyar e. 

Li gor çavkaniyek ku ji Kurdpayê re ragihandiye, tevî derbasbûna 17 rojan li ser binçavkirina Yasir Husêynî û dûbare şopandinên malbatê ji aliyê dezgehên dadwerî û ewlekarî ve, lê hîn jî dezgehên pêwendîdar red dikin ku bersiveke zelal li derheq rewşa wî bidin, vê yekê malbat û xizmên wî nîgeran kiriye. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heya niha Husêynî ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin. 

Roja Duşemî 23`ê Rêbendanê, hêzên ewlehiyê ev ciwanê temen 25 salî bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev bi tundûtûjiyê li cihê karê wî de binçavkirine. 

Heta niha li derheq sebeba binçavkirin, tohmetbsrkirin û çarenivîsa vî ciwanê Kurd de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.