Êvara roja Yekşemê 15ê Rêbendanê 4 kolberên kurd yên bi navên “Elî Ebûbekrî” temen 30 salî, “Xaliq Ebûbekrî” temen 37 salî, “Nasir Berî” temen 43 salî û “Hêmin” paşnavê wî nehatiye zanîn yên xelkê bajarê Bane, bi sebeba teqeya rasterast a  hêzên leşkerî yên dewletê li ser sînorê bajêr birîndar bûn. 

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê û ji mesafeyek nêz ve li sînorê “Hengejale” ya Bane gule berdane van kolberan. 

Ev kolber bê bar bûne û bi dehan guleyan li ran û lingên wan ketine û bi giranî birîndar bûne.