Roja Şemî 7’ê Rêbendanên, welatiyekî Kurd bi navê “Omîd Xizrinjad” kurê Fetah xelkê gundê “Girde Bin” a Pîranşarê, piştî gazîkirina bo îdareya îtlaata vî bajarî, hat binçavkirin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han ji mafê hebûna parêzer, pêwendiya telefonî û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Xixrinjad de nînin.





