Roja Yekşemî 1ê Rêbendanê welatiyekî Kurd bi navê “Sulêman Hacîxizrî” temen 30 salî û xelkê gundê “Talav” a ser bi bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îtla`atê yên Spaha Pasdaran, ev welatiyê han bêyî nîşandana belgeya dadgehê li cihê karê wî ev binçav kirine. 

Vê çavkaniya agehdar got jî: Heya niha hewlên malbata Hacîxizrî ji bo zanîna çarenivîsa kurê xwe bê encam mane. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Sulêman Hacîxizrî de nîne.