Roja Duşemî 2’ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd bi navê “Şehram Rencber” temen 27 salî û xelkê gundê “Gamêş Golî” a ser bi bajarê Miyandavê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 

Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên Îtla`ata Miyandavê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, avêtine ser mala vî welatî û ew binçav kirine. 

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heya niha hewlên malbata Rencber ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam mane. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirina Rêncber û tohmetên li dijî wî de tu agahî nehatine bidestxistin.