Mamoste Husên Elîmuradî, pêjnmêjê mizgefta “Îbrahîm Xelîlullah” a bajarê Sine û berpirsê mekteba “Îbrahîm Xelîlullah” a zanistên olî û hafiza Qur’anê ji bo cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê hat gazîkirin.  

Li gora ragihandina ku jê re hatiye, divê ev mamosteyê olî yê kurd roja Çarşemî 4ê Rêbendana sala 1402’an xwe bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê bide nas kirin. 

Di Sermaweza sala 1402’an de, mamosta Husên Elîmuradî bi tohmeta “çalakî li dijî ewlehiya neteweyî ya welat” û “propaganda li dijî hikûmetê” bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê hate gazîkirin û bi 16 meh heps hat cezakirin. 

Roja Sêşemî 15’ê Befranbara sala 1402’an, mamoste Husên Elîmuradî ji aliyê Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê ve, bi tohmeta “têkdana hizra giştî” bi 2 sal hepsa ragirtî hat cezakirin kirin. 

Ev mamosteyê Kurd roja Sêşemî 15ê Banemera 1402an bo cara duyem bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê hatibû gazîkirin.