Sibeha roja Înê, 29ê Befranbarê, welatiyekî Kurd bi navê “Azad Benderî” xelkê bajarê Nexedê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin. 

Li gor çavkaniyek agehdar, sibeha Înê demjimêr 4:00 sibeha Înê, hêzên ewlekarî bêyî nîşandana belgeya dadgehê bi lêdan, ev welatiyê han di mala şexsî ya wî de binçav kirine. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heta niha bidûeeçûna malbata vî welatî ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye. 

Ev welatiyê Kurd zewicî ye û sê zarokên wî hene. 

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Azad Benderî de ti agahî nehatine bidestxistin.