Sibeha roja Sêşemî 26`ê Befranbarê, ciwanekî Kurd bi navê “Hemîd Bêhrac” temen 20 salî, kurê Celal, xelkê gundê “Sirîn Çavê” a ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 

Li gor çavkaniyek agehdar, demjimêr 3:30 piştî nîvroya roja Sêşemê, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, ev welatiyê han di mala wî de binçav kirine. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev ciwanê Kurd piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hatiye veguhastin. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq binçavkirin û tohmetên li dijî Hemîd Bêhrac de ti agahî nehatine bidestxistin.