Roja Sêşemî 26ê Befranbara sala 1402an, kolberê Kurd ê bi navê “Îdrîs Îsmaîlî” temen 30 salî û xelkê Seqizê, li sînorê bajarê Bane, bi sebeba teqeya rasterast hêzên leşkerî yên hikûmetê bi giranî birîndar bû. 

Li gor çavkaniyek agahdar ji Kurdpayê re ragihandiye; Ev kolber di mevdayek nêzîk de ji aliyê hêzên ser Sînor ve bûye armanc û piştre jî bi derbên Pûtîn bi giranî birîndar bûye. 

Piştî birîndar kirina vî kolberî, hêzên ser sînorî ew bi tenê hiştin û piştî çend demjimêran ji aliyê xelkê deverê ve hate dîtin û bo nexweşxaneyê hate veguhastin û herwisa Esmaîlî û hevalên wî ti bar bi wan re nebûye. 

Îdrîs Îsmaîlî zewicî ye û zarokek wî heye.