Sibeha roja Sêşemî 26ê Befranbarê, girtiyê bi navê “Hebîb Derwîşî” temen 43 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate îdamkirin. 

Ev girtiyê han pêştir bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 

Hebîb Derwêşî zewicî ye û du zarokên wî hene. 

Heta dema belav bûna nûçeya ídamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.