Sibeha roja Yekşemî 24`ê Befranbarê, du girtiyên bi navên “Hadî Nezerî û Seyîd Hocet Mîrî” xelkê bajarê Herisîn a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya Kerecê hatin îdamkirin. 

Ev her du girtî beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibûn binçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê ji wan re hatibû birîn. 

Heta niha nûçeya îdamkirina van her du girtiyan ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.