Sibeha roja Sêşemî 19`ê Befranbarê, welatiyekî Kurd bi navê “Kerîm Sengerî” kurê Rehîm xelkê gundê “Qere Qişlaq” a bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gorî çavkaniyek agahdarî ku ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên ewlekariyê di demjimêr 5:00 sibehê de ev welatiyê han li malê derxistine û ew binçavkirine. 

Kerîm Sengerî zewicî ye û sê zarokên wî hene. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirina wî û tohmetên li dijî wî de agahiyek nîne. 

Her di vê derbarê de, sibeha roja Sêşemî 19ê Befranbarê, welatiyekî Kurd bi navê “Siyamend Mîna” xelkê gundê “Girde Berdan” a bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastine.