Sibeha roja Sêşemî 19ê Befranbarê, welatiyekî Kurd bi navê “Siyamend Mîna” xelkê gundê “Girde Berdan” ser bi bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên ewlekarî demjimêr 3ê sibê ya roja Sêşemî bê belgeya dadgehê avêtine ser mala vî welatî û ew binçav kirine.
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Hêzên ewlehiyê piştî lêgerîna malê, dest danîne ser hin kelûpelên şexsî yên Siyamend Mîna û kurê wî Pêşewa û bi xwe re birin.
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Hêzên ewlehiyê bi çend tiromibîlan avêtine ser mala vî welatiyê Kurd û bi çêkirina atmosfera tund Siyamend Mîna binçav kirin.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê han de tine.





