Serê sibê roja Duşemî 18`ê Befranbarê,  girtiyê bi navê “Kyûmers Qulamî” xelkê bajarê Serable ya parêzgeha Îlamê, li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hate îdamkirin. 

Ev girtiyê han roja Yekşemî 17ê Befranbarê ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qozilhisarê hatibû veguhastin. 

Kyûmers Qulamî pêştir bi tohmeta  “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibû cezayê îdamê lê hatibû birîn. 

Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.