Bokan; Binçavkirina rahênerê siwarkirina hespan Mîlad Mistefewî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

19:38 - 15 Îlon 2023

Roja Pêncşemî 23ê Xermananê, Mîlad Mistefewî mamostayê siwarbûna hespan li Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat bnçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyek ku ji Kurdpa yê re ragehandiye, demjimêr 12:00ê nîvroya roja Pênçşemî Silêman Siware berpirsê beşa perwerdeya bedenî ya bajarê Bokanê bi rêya telefonê bi Mîlad Mistefewî re dikeve têkiliyê da ku serdana vê îdareyê bike û navbirî piştî serdanê û bi bê nîşandana belgeya dadweriyê wî binçav dikin. 
 
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetên li ser Mîlad Mistefewî de ti agahî nehatine bidestxistin.