Roja Pêncşemî 23ê meha Xermanana, Omîd Niyazî birayê Muhsen Niyazî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Dêwolan, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, demjimêr 2 paşnîvro, Niyazî bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetên li ser Omîd Niyazî de ti zanyariyek tine. 

Muhsen Niyazî yek ji xwenîşanderê bajarê Dêwolanê di 29ê Xezelwera sala 1401`an de ji mesefetek nêz ve bi guleyên hêzên ewlehiyê yên serkutkar jiyana xwe ji dest da.