Li Pîranşarê ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin
16:21 - 22 Tebax 2023
Roja Pêncşemî 26`ê Gelawêjê, ciwanek Kurd bi navê “Mo`în Şerîfiyan” xelkê “Peswê” ya Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandan belgeya dadgehê ev welatiyê 21 salî girtine.
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, derbarê sedema girtin û tohmetbarkirina Mo`în Şerîfiyan de ti agahî nehatine bidestxistin.