Darvekirina girtiyê Bokanê li girtîgeha Dêzfolê
12:02 - 19 Tebax 2023
Sibeha roja Çarşemî 25`ê Gelawêjê, girtiyê bi navê “Îbrahîm Mewlûdpûr” li girtîgeha Dêzfolê hate bidarvekirin.
Ev girtiyê 32 salî berî niha ji aliyê berpirsên dadwerî ve bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hiuşber” cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.