Roja Duşemî 4’ê Befranbara 1402’an, 6 welatiyên Kurd yên bi navên “Mehdî Rehîmî Azer, Selah Rehîmî Azer, Enwer Qasimpûr, Kemal Xizirî, Kemal Nasirî û Rizgar Rehîmî Azer” xelkê gundê “Kanîreş” a Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û piştî lêpirsînê hatin berdan. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev 6 welatî bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin û Kemal Xizrî û Kemal Nasirî jî piştî heft demjimêran ji lêpirsînê hatin berdan. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Çar welatiyên din piştî Du rojan binçavkirin û lêpirsînê ji navenda îtila`ata Bokanê hatin berdan. 

Heta niha derbarê sebeba binçavkirin û tometbarkirina van 6 welatiyên Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.