Roja duşemî 27’ê Sermawezê, kolberê bi navê Elî Qadrî temen 52 salî û xelkê Merîwanê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, bêyî hişyariyeke berê, hêzên leşkerî yên hikûmetê dema ku Kolber li sînorê herêma “Asinava û Merane” vedigeriyan, ji mevdayek nêz ve rasterast gule berdane vî kolberî. 

Vê çavkaniya agehdar got jî: Ev kolber sê gulle li sîngê wî ketine û canê xwe ji dest daye. 

Ev kolber xelkê gundê “Zinûrî” yê navçeya Merîwanê ye, zewicî ye û 4 zarokên wî hene.