Roja Çarşemî 22’ê Sermawezê, civîna dadgehê li ser tohmetbarkirina Ferîde Veyîsî, çalakvana medenî ya xelkê Dêhgulanê, li taya yekem a dadgeha Şoreş a vî bajarî birêve çû. 

Di vê hevdîtinê de Xanim Veyîsî li hember tohmeta “propagandaya li dijî hikûmetê” berevaniya xwe kir. 

Dadwerê dadgehê naverok û vîdyoyên vê çalakvana medenî li derheq “Jin û hişyarî (jina hişyar)” wek tawanbara propagandaya dijî nizamê da zanîn. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, biryar e di paşerojê de duyemîn civîna dadgehê ya vê çalakvana medenî were lidar xistin. 

Roja 19’ê Sermawezê, Ferîde Veyîsî bi tohmeta “propagandakirina li dijî hikûmetê”  bo taya yekem ê Dadgeha Şoreşê ya Dêhgulanê gazî kiribûn. 

Di Befranbara 2019’an de, ev çalakvana medenî ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi du sal derbaskirina girtîgehê hatibû cezakirin.