Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Hêranayê, serê sibê roja Sêşemî 23ê Xezelwerê, girtiyê bi navê “Arman Babazade Ayan” kurê Behram xelkê gundê “Ayan” a ser bi navçeya navendî ya Selmasê, li girtîgeha vî bajarî hat îdamkirin.  

Ev girtiyê han berê bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dozgeriyê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. 

Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.