Roja Pêncşemî 11`ê Xezelwerê, 5 kolber li sînorê “Bestam” a bajarê Seqizê bi sebeba teqeya hêzên leşkerî yên dewletê hatin birîndarkirin. 

Nûçegihanê Kurdpa yê nasnameya 2 kolberên birîndar bi navê Siyamek Suhrabî û Kêyvan Kerîmiyan daye zanîn. 

Her di vê derheqê de çavkaniyek agehdar ji peyamnêrê Kurdpa yê re ragihand: Hêzên sînorî di pêş de ev 5 kolber b8nçavkirin û pişt re dest danîn ser kelûpelên  wan de. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Piştî binçavkirin û dest bi ser de girtina kelûpelên van de, hêzên eşkerî yên hikûmetê ji nêzîk ve gule berdane wan. 

Piştî birîndarbûna wan 5 kolberan ev ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî hatin veguhestin.