Êvariya roja Înê 7’ê Rezberê, kolberek bi navê “Erselan Sefyarî” kurê Ebdullah xelkê gundê “Gezgeskê” a Pîranşarê bi sedema teqîna mînekê bi giranî birîndar bû. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, lingê vî kolberî li sînorê di navbera Pîranşar û Herêma Kurdistanê bi mînekê ketiye û ji ber teqîna mînê birîndar bûye. 

Piştî vê bûyerê, kolber bi ambûlansê bo nexweşxaneya “Çûmanê” ya Herêma Kurdistana Iraqê veguhastine.