Roja Yekşemî 26`ê Xermananê, ciwanê temen 17 salî yê xelkê bajarê Dêhloranê Bêhnam Semûrî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev ciwan bêyî radestkirina belgeya dadgehê binçav kirine. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina Bêhnam Semûrî de ti zanyariyek neketiye dest.