Roja Şemî 25’ê Xermananê, welatiyê bi navê Bextiyar Nezerî yê xelkê Merîwanê bo Îdareya Îtila’ata Spaha Pasdaran a vî bajarî hat gazîkirin û vir jî hat binçavkirin. 

Li gor çavkaniyek agehdar, piştî binçavkirina vî welatî ti agahî li derheq çarenivîsa vî de tine ye. 

 Nezerî 42 salî ye û zewicî ye. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyên berfireh li derheq sedema gazîkirin û binçavkirina Bextiyar Nezerî de neketine dest.