Îro Şemî 25ê Xermanana sala 1402an, piştî binçavkirina Emced Emînî, bavê Jîna Emînî, ji aliyê hêzên Pasdaran ve dema ku ji malê derdiket, piştî ku bo saziyeke ewlehiyê hat veguhestin û vegeriya mala xwe, di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê yên serkutkar de ye. 

Li gor çavkaniyek agahdar bo Kurdpa yê; Hemû hêlên pêwendiyê yên li gel malbata Jînayê hatine qutkirin û rê nadin kes derbasî mala wan bibe û hemû kolan û meydanên derdora mala malbata Jîna Emînî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên serkutkar ve hatine dorpêçkirin û îzina hatinûçûnê ji ti kesî re nayê dan.

Di heyama heftiya derbasbûyî de, bi helkefta salvegera kuştina Jîna Emînî, zêdetir ji 4 caran Emced Emînî, bavê Jîna, bo dezgehên ewlehiyê hatiye gazîkirin.