Roja Çarşemî 22ê Xermananê welatiya bi navê Semîra Ehmedî ya xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin. 

Li gor çavkaniya ku ji Kurdpayê re ragehandiye, demjimêr 11:00ê sibê hêzên ewlehiyê xanim Ehmedî bi 3 otombîlan li ser cadeya Fîrdewsî ya bajarê Seqizê bêyî nîşandana belgeya dadgehê ev binçavkirine. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiya han di otomibîla xwe ya şexsî de bû û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetên li ser Semîra Ehmedî de ti agahî nehatine bidestxistin.