Êvariya roja Duşemî 16`ê Gelawêjê, kolberê bi navê “Hesen Forqanî” xelkê gundê “Alot” a ser bi Banê, li sînorê “Çoman” a bajarê Banê, ji aliyê hêzên sînorî yên Îraqê ve hat birîndarkirin.

Ev kolber di vê bûyerê de lingê wî birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî bo navendên pizîşkî yên Silêmaniyê li herêma Kurdistana Iraqê hatiye veguhastin.

Hat ragihandin ku rewşa giştî ya vî kolberî baş e.