Roja Yekşemî 27`ê Cozerdanê, kolberekî bi navê “Muxtar Kûyk” xelkê Merîwanê piştî ku ji aliyê hêzên leşkerî ve li navçeyên sînorî yên Newsûdê hatibû şopandin, ji bilindahiyê ketibû, û birîndar bû.

Di vê bûyerê de ev Kolberê han pişta wî bi giranî birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî rakirin nexweşxaneya bajarê Sinê.

Hat ragihandin ku rewşa giştî ya “Muxtar Kûyk” giran e.