Roja Sêşemî 19’ê Banemerê, “Fatima Meqsûdî”, dayîka “Êdrîs Feqîhî”, endamê yek ji partiyên Kurd ên opozisyona rejîma Îranê, piştî çalakiya rûniştinê ya çend rojan li ber avahiya îdareya Îtla`ata Pasdaran a Urmiyê de hat binçavkirin.
Li gor çavkaniyeke “Kurdpa”yê, heftiya derbasbûyî “Fatme Meqsûdî” li bajarê Sinê çûye Urmiyê û çûye dadgehê, Stada Xeberî ya Îdareya Îtila`atê û Saziya Îtla`ata Spahê li Urmiyê û daxwaza zanîna çarenivîsa kurê xwe kiriye, lê van navendan bersiveke zelal nedan wê.
Vê çavkaniya haydar diyar kir: “Meqsûdî” bi destûra dozgerê Urmiyê û sikala Saziya îtla`ata Urmiyê hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Ev dayîka 67 salî tûşî nexweşiya dil bûye û negihîştina dermanên wê bûye sedema dilgiraniya malbat û kesûkarên wê.
“Êdrîs Feqîhî” li gundê “Êlim Abad” a Bokanê di encama şerekî çekdarî ligel hêzên Pasdaran de birîndar bibû û piştre hatibû binçavkirin, lê heta niha ti zanyariyên rast derbarê çarenivîsa wî de nînin.
Malbata “Feqîhî” çendîn caran ji bo agahdarbûna ji çarenivîsa kurê xwe serdana girtîgeha El-Mehdî ya Urmiyê kirine, lê berpirsên vê girtîgehê heqaret û bêhurmetî li malbata wî kirine û bi nîşandana wêneyên çend kesên kuştî ragihandine ku ev zarokê te we.
“Êdrîs Feqîhî” sala 1365’an li bajarê Sinê jidayîk bûye, û di sala 1395’an de bûye endamê yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê, û di 2’ê Tîrmeha 1400’an de li gundê “Êlim Abad”ê di şereke çakdarî digel Spaha Pasdaran bi brîndarî hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna 40 rojan, malbata wî agahdar bûn ku ev di girtîgeha El_mehdî ya Urmiyê de ye.





