“Mamoste Mihemed Baxbanî” pêşnimêjê Înê yê mizgevta Heyder kirar a Sinê bo Dadgeha Taybet a Rohaniyeta Hemedanê hat gazîkirin.

Ev mamosteyê Olî yê Kurd bo roja Çarşmî 16`ê Xakelêweyê bo Dadgeha Taybet a Rohaniyeta Hemedanê hatiye gazîkirin.

Heta niha li derheq sedema gazîkirina “Mamoste Mihemed Baxbanî” de ti zanyariyek serast ber dest nine.