Roja Duşemî 8`ê Reşemeyê, “Mirsad Derwîşî” kolberê Kurd yê xelkê bajarê Selasa Bawecanî ku bi sebeba bûyera trafîkê birîndar bibû, li nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê canê xwe ji dest da.
Serspêdeya roja Yekşemî 7`ê Reşemeyê, “Mirsad Derwîşî” digel 5 kolberên din li rêya di navbera Ciwanro bo Pawe li nêzî “Şebankare” bi sebeba bûyera trafîkê bi dijwarî birîndar bibû.
“Mirsad Derwîşî” kurê Elî yê xelkê gundê “Kanî Danyal” yê ser bi bajarê Selasa Bawecanî bû.





