Roja Duşemî 21ê Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Eskender Bêsipar” temen 35 salî kurê “Fetah” xelkê gundê “Şînavê” yê girêdayî bajarê “Pîranşar”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.
Pêka çavkaniyek agihdar hêzên ewlehî demjimêr 3ê sipêdehê bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û dest bi tundûtîjî û şikandina penceryên mala wî welatiyê Kurd kirine.
Eskender Bêsipar xêzandar û bavê sê zarokan e.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.





