Roja Sêşemî 4`ê Gelawêjê, kolberek bi navê “Celîl Kerîmî” xelkê gundê “Şirkan” a girêdayî bajarê Pawê, bi teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Newsûdê, hat birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê û di mewdayekî nêzîk de teqe ji wî kolberî kiribûn.

Ew kolbere di wê bûyerê de, çoka wî birîndar bûye û bona tedawiya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Pawê hatiye veguhastin.

 “Celîl Kerîmî” xêzandar û bavê sê zarokan e.