Di heyama çend rojên derbasbûyî de, sê welatiyên Kurd ên bi navên “Perîsa Spahî” temen 17 salî xelkê bajarê Mihabadê, “Kewyar Elyasî” temen 18 salî xelkê bajarê Mihabadê û “Êrfan Zulfîniya” temen 18 salî xelkê bajarê Seqizê, bi vergirtina soza nivîskî ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hatine azadkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew sê welatiyên Kurd piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine îşkencekirin .
Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî ew sê welatiyên Kurd bi “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” tawanbar kiriye.
Roja Yekşemî 14`ê Xakelêweyê, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew 3 welatiyên Kurd li nêzîk gundê “Karxaneqend”ê yê bajarê Pîranşehrê binçavkirin û piştre bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehî ya îdareya Îtila`ata bajarê Pîranşehrê veguhastibûn û piştre bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê veguhastibûn.





