Di kurte vîdyoyek 27 çirkeyî de hêzên Întizamî li bajarê Kirmaşanê çend kes berevajî parastina kirameta mirovî li ser şeqamên wî bajarî û li ber çavên xelkê gerandin.
Hêzên Întizamî ew çend kesane bi tohmeta “teqekirin û têkdana ewlehî”yiya wê dawiyê li bajarê Kirmaşanê, li şeqamên Te`awun û bilwara Xumeynî, li ber çavên xelkê gerandin û sivikatî bi wan kirin.
Di vê derheqê de nûçegihaniya “Hêrana”yê ragihand: “Sivikatîkirin bi wan çend welatiyan li bajarê Kirmaşanê li jêr navên “zirteboz” (Erazil û Ubaş) û li ser biryara dadwerî bûye.
Di heyama çend salên derbasbûyî de, hêzên ewlehî car bi car dest diavêjin bi sivakatîkirin û gerandina kes yan çend kesekî li jêr tawanên cur bi cur de û eva jî berevajiyê kirameta mirovî û yasayên mafê mirovî ye.





