Li gor nûçeyên ku hatinî belavkirin, jîngehvanek xelkê bajarê Kirmaşanê yê bi navê “Birûmend Necefî” ku bi kuştina nêçîrvanek neyasayî hatibû tohmetbarkirin, cezayê îdamkirina navbirî ji aliyê dîwana bilind a welat ve hate piştrastkirin.

Fermandarê Yekîneyên Parastina Saziya Jîngehparêzî di vê derheqê de ragihand: “Tevî lipeykevtinên dadwerî û hewla parêzerê wî, ew jîngehparêze ku berê ji aliyê taya 3 a dadgeha Keyferiya 1 a parêzgeha Kirmaşanê bi îdamê hatibû cezadan, ew cezaye li dîwana bilind a welat hate piştrastkirin.

Rêkevta 14ê Gelawêja sala 1399an, li encama pevçûna 4 nêçîrvanên neyasayî digel jîngehvanan li devera Bêstûna bajarê Kirmaşanê, yek ji nêçîrvanan hate birîndarkirin û piştire canê xwe ji dest da.