Kolberekî Kurd yê bi navê “Hemze Meqrûzî” xelkê bajaroka “Nodşe”yê ya ser bi bajarê Paweyê, li dema kolberiyê bi sedema giraniya barê ser pişta wî, çav, navbirî ling û destê xwe yê rastê ji dest daye.
Ew bûyere bûye sedema qirtandina demara stuyê wî û di dawî de, xwînrêjiya nav mêjiyê wî kolberê ciwan li pey xwe ve aniye
Malbata wî kolberê Kurd, tevî şandin bo nexweşxaneyên bajarên Kirmaşan û Tehranê, li ser biryar û bin çavedêriya pizîşkan, dibe demûdest bi dezgeha “Kamanayf” bê neştegerîkirin, lê ew dezgehe li welatê Îranê xirab bûye û ew kolbere bo tedaviya pizîşkî dibe bo welatê Tirkiyê bê veguhastin.
“Hemze Meqrûzî”, bo tedaviya pizîşkî bi 7 hezar û 800 Dolar pere hewcehî heye.
Ew kolberê Kurd, rewşa tendirustiya wî ya giştî nebaş e û malbata navbirî destê xwe bo yarmetiya welatiyan û xêrxwazên Kurdistanê dirêj kiriye ku bi tana wî de biçin.
Ew kolbere du meh beriya niha rastê wê bûyerê hat.





