“Hesîm Mîrzayî”, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Ciwanroyê roja Înê 7`ê Xermananê bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate azadkirin.
Ew welatiyê Kurd roja Yekşemî 2`ê Xermananê, bi bê hebûna ti begeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.
Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” binçav kiribûn.





