Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Pîranşarê bi sedema teqekirina rasterast a hêzên Spaha Pasdaran, li ser sînorê wî bajarê canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, êvareya roja çarşemî 16`ê Gelawêjê, kolberekî Kurd yê bi navê “Faxir Ebdulahî” û temen 25 salî, kurê Se`îd û xelkê bajarê Pîranşarê, bi sedema teqeyên rasterast a hêzên Spaha Pasdaran cane xwe ji dest da.

Hêzên Spaha Pasdaran yên ku li binkeha sînorî a “Nîlan” a girêdayî bajarê Pîranşarê, bi bê agehdarkirina berê ew kolberê Kurd dane ber guleyan.

Ew Kolberê Kurd bi sedema teqeyên rasteraste ên Hêzên Spaha Pasdaran her demûdest canê xwe ji dest daye û termê navbirî bo bajarê Pîranşarê hate veguhastin.

Her di vê pêwendiyê de, roja Sêşemî 8`ê Gelawêjê, du kolberên Kurd yên bi navên “Mihemed Çukilî û Mihemed Hesenzade” yên xelkê bajarê Pîranşahrê bi sedema gulereşandina Hêzên Spaha Pasdaran birîndar bûn.

Ew du kolberên Kurd bo tedaviya pizîşkî a bo nexweşxaneya “Îmircinsî” a hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê hatibûne veguhastin.