Ajansa kurdpa: Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Newsûdê, bi teqeya rasterast a Hêzên leşkerî ên hikumetê, birîndar bû.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Dûşemî 31`ê Pûşperê, Kolberekî Kurd ê bi navê “Hadî Heyderî” xelkê gundê “Zîran” a girêdayê bajarê Ciwanro yê, di encama gulereşandina rasterast a Hêzên leşkerî ên hikumetê, li ser sînorê bajarê Newsûdê, hate birîndarkirin.

Ew Kolberî Kurd, bi sedema gulereşandina rasterast a Hêzên leşkerî birîndar bûye, û bo tedaviyên pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Pawe veguhastine.

Ew kolberê Kurd di demekê de rastî teqeya hezên leşkerî ên hikûmetê hatiye ku tu tişteke qaçax ji wî re nebûye.